Hikaye (Çirok) Köşesi

Kategori: Genel | 0


                     Gisk ani culix firot

         Rihmet li dê u bavê gûdara be, Mirofeki gûndi, pir feqir û belengaz buye. Çend hev bizin u giskê wi hebune pê idara xwe dikir. Rojeki jinik mêrê xwe ra dibêje – mêrik malda xarin tiştek nemaye, zarok birçîne, aha nabe tişteki bike. Mêrik -navê wi  Zinar buye, ruyê wi sor buye, jê ra digotin Rusor- radibe giskeki xwe digirê u berê xwe dide pazara tarişa. Lê di pazara tarişa da mirofên mûqelid pir zef in. Yeki mûqelid, Rusor’ê belengaz çev xwe ra dike. Hevalê xwe ra dibêje -Tû mêzeke, ezê giska viyayi bixime culix u jê bistînim. Berbi Rusor dibe, divê -hogir tû vî culixî bi çi difroji? Rusor dibê – tû jimin ra dibêji, yan yekî din ra? Mûqelid dibê – erê erê ez jî te ra dibêjim, vî culixî ra çi diwxazi? Rusor dibê – de here lo, culixa çi, çevê te nabine eva giske. Mûqelid dibe – tû jimin bawernaki a ji viya bipirse. Mûqelid ji hevalê xwe ra çev diqirpîne. Rusor dizvire mêrik (mina kû tû dibe çi?) mêzedike. Mêrik dibe – erê welle eva culix e, ka fiyeta wi çiye? Rusor pişta xwe dide wana u giska xwe kaşdike, ji wan durdikeve. Mûqelîd u hevalê xwe bi dizî peyê dikevin. Rusor bi kê ra pazar çêdike, vana çev dikinê, diniqûçînin u gazi dikin- lolo hevalo tû wi culixî bi çi distînî? Giştik fem dikin  kû Mûqelid bi viya dileyze, Rusor tere cem kê giştik dibêjin – tû vî culixî bi çi difrojî? Rusor soro moro dibe, hêrs dibe, hêdî hêdî ewji bawerbun tîne kû eva gîsk nine u culix ê, dilê xwe da dibê – ya jinik pêş giskêva culix dabe destê min? Dibe dine! Qiza kûrrê kerê, tû bi min dileyzi he. Dawîyê da dibê erê, eva culix ê u hun bi çi dikirin? Wan müqelidanan giskê bi fiyeta culix ê jê distînin. Nav hevda – we dit, min çawayi gisk xist culix u jêstand? Ha ha ha dikenin. Rusor paşya serê xwe dixûrîne u rêya gûnd digirê tê. Jinik jê dipirse – mêrik te çerkir, giska me bi çi frot? Rusor; – de here lê, qîza kerê, te culix daye min, ija divêjî te gîsk çi frot? Ezê gor a bavê bavê…..

              Komisyon (Skeç)

Cıddi maddi sıkıntılar çeken Folklor eğitmeni Hacer hanım efendi hem ev ekonomisine katkı olsun, hem de evde oturmaktan sıkıldığından iş aramaktadır. Eşi Zeki ile beraber iş ararlar, tanıdıklara, dostlara haber salarlar. Sonunda bir okulda folklor eğitmeni olarak iş bulur. Ancak iş bulan akrabası bu iş bulmada komisyon alındığını söyler. Hanımefendi işe başlar. Ay sonunda bir zarf eline verilir. Hayatında aldığı ilk maaştır. Çok sevinir, zarfı açar, bakar 700 TL. Olsun der, ‘hem vakit geçirdim, hem eğlendim, hem de bir faydam oldu çocuklara, belki ileride maaşımı arttırırlar’ gibi pozitif düşüncelerle eve gelir. Eşiyle 700 TL ye rağmen sevinirler. Ancak biraz sonra kapı çalar. Hayırdır derler, koşar kapıyı açarlar. Onlara iş bulamaya vesile olan akrabaları komisyon almaya gelmiş. – Zarfı almışsınız, müdür bey söyledi, komisyonumuzu alabilirmiyim? Zarfı getirirler, – benim payım 100 TL, eşim yardımcı oldu 100 TL de onun, 100 TL de müdür beye, 100 TL de müdür yardımcısına’ der, içinde 300 TL kalan zarfı geri verir ve gider. Karı-koca bir 300 TL’ye, bir birbirlerine bakıp dururken kapı çalar. Açarlar, okul kapıcısı: -Duydumki zarfı almışsınız, sizi müdür beyle ben görüştürdüm, lütfen 100 TL komisyonumu alabilirmiyim’ der ve uzatılan 100 TL’yi alır gider. Hanım efendi başını iki elin arasına alıp üzülürken eşi : ‘hanım gel bir hesap yapalım, çalışırken ekstra harcamalarına bakalım; makyaj 150 tl, elbise;300 tl, yol;150 tl, kuaför; 300 tl ve yemek; 400 lt. Harcamaları topladığımızda 10 kat zarardayız, çalışmasan daha karda değilmiyiz? Hacer hanım ‘haklısın, çalışmiyacam, lanet olsun bu komisyonculuğa’ der, zarfdaki 200 tl’yi eşine verir. Eşi ‘zaten 100 lira benim komisyonum, sana iş bulmuştum, geriye 100 tl kalır, kullan kullan bitmez. İkisi beraber kahkaha atarlar.

 

 

 

                                                       Aqılbend

Mezina digot; pir dem berê eşireki hebu, serê çiyaki gündeki pir piçuk da jiyan dibun, eva günda ji gündê doran ji pir durbuye.  Xwendinkarê wan tünebun. Rê ya gündê wan tüne bu, qe rê ji pê nediket, zanibun ü medeniyet nabibu nesibê wan. Ji nav vi êlê da yek merifek tenê ji bon wan giştika diçu günd ü şehera digeriya, ji êla xwe ra çi lazimbu distand. Navê wi Elo bu, Ji ra digotin Aqilbendê me, ‘Aqilbend aha got, Aqilbend aha çê kir’ digotin ü navê wi mabu Aqılbend. Rojeki sê-çar merifê êla Aqılbend kêvruşkeki girtibun, anin xistibun axileki (Axil; ji bo tarışa çê dikin, servekiri, dora axil kasa metreki bilinde ü derê wi heye). Nir dabun ber derê axil ü çubun xwe ra vezelyabun. Nav hevda digotin ’emê êvarê xwe ra şerjêkin ü büxün’. Dibe êvar dizvirên ber derê axil, mêzedikin kêvruşk tüne, reviye çuye. Nav hevda dişêrwirin ‘me derê axil ji bi nir girtibu, ka eva kêvruşk ça revi’. Pir hevdu diwestinin, nizanin ka kêvruşk çawayi reviye. Dawiyê da divên ‘aha nabe, em gazi aqilbend kin, bila were me ra tişteki bibêje ka kêvruşk çawayi reviye’. Gazi dikin ü Aqilbend tê, destê xwe dide ber cênika xwe ü difikire difikire, işê niv seeti paşê divê ‘temam, min fem kir ka kêvruşk çawayi reviye’. Merifên dora wi devê xwe vedikin ü kühê xwe dirêj dikin kiştik bi hevra dibên ‘zu me ra bibêje, ka çawayi reviye, pirya em fikirin emê aqilê xwe wendabikin’. Aqilbend dibê ‘kêvruşk revibe revibe qülüka nir ra reviye’. Merifên dorê ‘ka em ça viyayi nefikirin, em heyrana aqilê tene Aqilbend, tü neba meyê aqilê xwe wendadikir, tü serokê meyi.

Nivîskar: Rênas SÎPKANÎ

Şubat 2021

 

 

                                            Roji û Sûlo Axa

   Hebu tüne bu, rıhmet li dı û bavê gûdara be. Li welatê me serhedê gûndeki pir piçuk û gomeki wi hebuye. Gom di nav newaleki da bu. Çemeki pir zelal nav malan da derbas di bu, gom pır ji bi geli buye. Navê wi Goma Sûlo, pênc- şeş mal bun. Li vi gomê axa ki hebuye, Sülo Axa. Axa bê mêj û bê teet buye. Salek meha roji yê da, Axa heta naha carek tenê gûh da vijdana xwe. Wijdana wi ji ra got; —Sûlo Axa, idi tû mezinî, hineki dawya xwe ji bifikire, meha roji yê ji wa hat û roji yê bigire, mêj bike. Sûlo axa divê; – erê welle wijdana min, tû rast dibêji. Radibe nuçe dışine gûndên dorê, ji bo meha roji yê mele ki digere. Îja xû yê Sûlo Axa pir nerind buye. Pirî melan qebul nakin. Meleki xwedan wijdan divê; – em çi zanin belki Xwedê li axê hatibe rihmê, ez qebul dikim. Mele tê gûnd, ji heqê rojiyê û mêjê da ji wan ra mijul dibe. Wextê mêjê tê, mele radibe ezanê dixûne, li peyê azanê ewê bi cemaati mêj bikin. Mele xwe dide pêşya cemaatê, Axa ji xwe dide pêşya mele. Mele: -Axa aha nabe, tü xü para bide. Axa:- Ê ez axa me, gere ez pêşyê bim. Mele hineki mijul dibe, Axa hineki xwe para dide, ija zarên axê qebul nakin: – bavê me Axa ye, ka ewê ça para biskıne, welle bille em qebul nakin. Dawiyê da Sûlo Axa xwe dide tanga mele û mêj dikin.
Roji serê havinê da hatiye û roj pir dirêjin. Pir ji germe û roji li A
xê zor tê . Ûf pûf dibê û digere. Rojeki ewrê giran ê reş çê dibin. Axa ji pir birçiye, seetê mêze dike û diskine. Rudinê, radibe, dertê berderi, dikeve hûndûr. Seet dibe çar- çar û niv, gedeki dişîne cem mele. – Kürü lao here ji mele ra bêje buye êvar, bila derê ser xani û ezanê bixwine. Kürik tere ji mele ra dibêje. Mele pir şaş dimine, qisedike qise nake ü Sülo axa divê Nuh navê pêximber. Mele mêzedike ewê ji Axê ü ji zarê axê kütanê büxwe, radibe ser xani, tobe ü istixfar dike, paşê nigeki xwe bilind dike, ezan dide. Sülo Axa ü malbata xwe şiva xwe vedikin. Bi mele dikenin, berê mele didin, Mele kincê xwe tovdike ü direve diçe. Mele ji xwe ra dibêje ‘vicdan ü imana Sülo aqasq, bila min ra bibe şireteki mezin’.

Nivîskar: Rênas SÎPKANÎ

Şubat 2021

                                           

                                   Cenaze Levazımatçısı

Eskide Belediyelerin bedeva cenaze hizmetleri yoktu, tabii herşeyin bulunduğu süper süper marketler de yoktu. Hastaneler yakın, özellikle de morg kapısına yakın sokaklarda ‘Cenaze Levazımatçısı’ adında cenaze işlemlerinde kullanılan tabut, kefen, sabun gibi her tür malzemenin satıldığı dükkanlar vardı. Dükkana gelen müşterileri tümü üzüntülüdür doğal olarak. Ve dükkan sahibi de onların üzüntülerini paylaşmak zoruna doğal olarak. Hep aynı cümleler; -Hoş geldiniz, başınız sağ olsun, Allah rahmet etsin, Allah sabır versin vb. Ayrıca giyim kuşama da dikkat etmek zorunda. Baba hep geniş pantolon, gömleğin ilk düğmesi hep ilikli, geniş ve uzun ceket ve bazen takke. Dükkan sahibi Mirza beyin pek okuma niyet olmayan bir oğlu var, Hacı. Mirza bey ‘Zaten okumuyor, yanıma alıp yetiştireyim, bari bir meslek sahibi olsun’ der. Hacı ise ismiyle ve bu mesleğe zıt fıtratta biri, yırtık kot pantolon giyer, saçlar uzun ve jüleli, eğlenceye, müziğe ve karşı cinse düşkün biri. Baba zorlaması, müşteri profili, dükkan havası derken Hacı’nın giyim ve kuşamı, hal hareketleri değişmeye başlar. Müşteriler Hacım diye hitap etmeye başlarlar. Hacı’daki değişiklikleri gören arkadaşları uzaklaşmaya başlarlar. Sonunda Hacı ……..

Nivîskar: Rênas SÎPKANÎ

Ocak 2021

 

 

                                            Axê Kêvruşkê/Tavşanın Ahı

 

      Li welatê me serhedê da li göndê Beroj da malbateki pir feqir ü şerpeze hebu. Bi şivani, gavani ü mirêbati zikê xwe têr dikirin. İja eva malbata pir ji goşt hez dikirin. Kü li ciki goşt biditina nexarana nexweş diketin. Di wan göndê doranda vi malbati tenê nêçirvani dikirin, ji bo goşt. İja goştê roviya ji dixarin. Zivistan meha çile bu, çokek berf lierdê hebu, rojeki ji vi malbatê birê mezin Reşo teji ya xwe dide peyê xwe tere nêçirê. Çiya u bani digere. Li newaleki da binê darekida kêvruşkeki divine. Kêvruşk dema radizên çevê wan vekiri dimine. Nêçirvan Reşo digot; ez hêdi hêdi çum nêzikiya kêvruşkê, min çoyê xwe bilind kir ü li nav herdu çevê kêvruşkê pir zeğm lêxıst, herdu çevê wi li alyê çep u rastê rijyan, min hema şerjê kir u ani malê pijand, bi zar u zêrça bihevra xwarin.

      Reşo hemu ciya digeriya, li mala da nav mijulê xweda bi kêf u henek pirsa vi kêvruşkê dikir, hırre hırra wibu dikeniya. Welatê serhedê da  roj pir kinin, wext pir zu derbasdibin. Jina Reşo diwelide, pitokeki lawin ji ra tê dünyayê. Herdu çevê gede wisa pêşda perçiqibu, merif digot qey ewê birije erdê, merif heznedikir lê mizeke, zarokan jê dıtırsiyan. Bediüzzaman Saidê Kürdi divê ‘merif zlüm dike, qeder edelet dike’. Pirseka pir xweşe u li ciye, ija zülma bavê xwe gihand zarokê ü malbatê giştiki ji pêra kişand. Xwedê axê kêvruşkê ji Reşo derxist, ka kü Reşo fembike!

Nivîskar: Rênas SÎPKANÎ

Aralık 2020

                                                     

 

 

 

                                     Hüsti Xar             

             Erê hevalno, hüsti xarbun zore, hüsti xarbun ji belengaziye be daha pır zore. Mezina digotin evin li ser evina ra hene, evindar ji li ser evindara ra hene, lê qasa evina pismam ü dodman Rindê ü Rêber evin tünebu. Rindê pirya bedewbu jê ra digotin Gozel. İja bi salixa Gozel wisa bedew bu wisa bedewbu, di vi dünyayê da li ser wi ra bedew tünebu ye. Şahê dengbêja Şakiro kü bidita, ewê li ser Gozelê külameki evin derxista. Rêber dema kü Rindê didit ü zurdibu bi deqa, bi seeta lê mêzedikir, merifê dora wi diqêryan ü dihejandin wisa xüva dihat, carcara ji xüva diçu dilerizi ü dixeriqi. Dawiyêda Xwedê mirazê wan herdu ciwana kir, miyaser bu ü Gozel ü Rêber zewicin, sê roj ü sê şeva dewet kirin. Bi kêf ü bi xweşi sal derbasbun, zarokên wan çêbun. Ez i bijim si, hun bi bijin 40 sal derbasbu, rojeki Gozel mêzedike çev ü hüstiye Rêber li alyê çepê xar buye. Li doktor u hekima digerinên, tü teşhiseki nadinê. Dizvirin ser mela, şêxa u meşaiqa, nivişt ü xwendina, di welat da şêx ü mele naminin pirya digerinin. Nav Welat da navê wi derketibu hüsti xar. Hekimeki apê van evidara hebuye, rojeki tere mala wan. Mêzedike malda şineki mezin darxistine, digirin ü diqarin. Dipirse eva çiye, çi nine? Divêjin aha aha aha, peki hekiman çi got? hekiman got bila hüsti ü çevê xwe li alyê rastê xar bike, bive bine ü egzersiz bike. İja apê wanê hekim yeki pir hünerkar buye. Mêzedike Gozel li kijan alibe ü küda here Rêber li wi ali mêzedike. Ji wan dipirse, binê wan hindeki dikole, mêzedike çi? hingiya zewicine hüsti ü çevê Rêber li ser Gozel’ê da xare, nav ciyada ji Gozel li alyê çepê radizê ü Rêber ji heta sibê li wi ali xar dibe ü wisa radizê. Apê hekim teşhisa xwe didê; ji wan ra dibêje ji vir ha Gozel’ê li alyê rastê runê ü alyê rastê razê, Rêber ji ji xwê ewê serda xarbe, demeki şunda ewê hüsti ü çevê wi rastbe….

Nivîskar: Rênas SÎPKANÎ

Aralık 2020

 

 

                                                   Wesaita Reş

             Hebu tünebu göndeki pir xweş hebu, bi dar, bi av u bi zozan bu, navê vi göndi Göndê Sor bu. Li vi göndi dü bîra hebun. Dü hev ji kürîkê wanê ezeb hebu. Herdu bîra jî van kürrükên xwe ra keçîk dîgeryan jî bo zewicandînê. Laê birayê biçuk evina wi hebu, keçik u lawik ji hev pir hezdikirin. Birayê biçuk ji vi keçikê heznedikir ü nedixast, digot ji me ra nabe. Rojeki bihistin ü biraê mazin keçikeki diye ji kürê xwe ra, hema seri dan ser lawik, gotin evina xwe zu bihêle, em ji te ra yeki divinên, Lawik ji daiyêda ji evina xwe firamoş bu. İja bî herdu mala wesaitek hebu, reş bu, göndiya navê wi danibun wesaita reş. Herdu bîra dor dikirin, rojê yek lê sardîbu, dîçun lî gönda keçika digeryan. İja li hev fors dikirin, qacqici didan hevdu, min diye te nediye, ewê din digot ez jêhatime, min dü hev diye, yek nebu yek dibe. İja göndê wan dorana giştik hinbibun, wesaita reş kü diditên hema digotin ‘aha eva wesaita ji göndê Sor tê, keçika digerin, ya birayê mezine, yan ji ya birayê piçuke. ija keçikê naha göndibin ji, jiyana gönda naxwazin, qailnabin, divên em lî gönda mêr nakin. ji wi hemu cara keçik nedidan û paşya hüsti yê xwe düxürandin û vala dizvirin mala xwe, dawiyê da bira ê piçuk ji wesaiteki kîri. Wesait sipî bu. Berê diçun mala kê ji hevra digotin, kü bun dü wesait, ji hev dîzi dîçun. Rojeki biraê biçuk çu maleki ji bo keçikxastinê, biraê mezin hêja wi ji vi rewşê tünebu. Ew ji wesaita xwe ya reş sardibe diçe ji bo wi keçikê, gürre gürra dengê wesaitêki tê, keçik direve ber külekê, çi mêzedike, wesaita reş, diqêre; dayê dayê wesaita reş hat. ……. malda li hev qelibin…..jinê wan hineki gelece kirin nav hevda, xudanê li ser wan herdu bîra ra avêt. Ji malê rabun ketin rê. Destê hevda sond xarin; idi em bê hija hevdu naçin derê keseki…..

Nivîskar: Rênas SÎPKANÎ

Aralık 2020

                                     

 Müxtarê Keçel (Çirok)

       Hebu tünebu, göndeki pır xweş hebu, bı dar, bı külilk u bı av bu. İja eva gönd jı alikida şüğülê wi ne xweş bu. Müxtarê vi göndi yeki keçel bu. Navê wi Zınar bu, göndi gıştık jê ra digotên ‘keçel’, ija li ber wi na, li pışt wi dıgotên. Keçel pır mirofeki zalim bu. Dehela jı mın bıpırsên bêjên ka ça zalım bu?

     Wexta ew müxtar bu, jı zarokên meytevêra Dewletê xarin u êmiş (kıior, fındık, kişmiş …) bela dikir. İja müxtarê keçel dest dıda ser, pır hındık lı zarokana beladıkır, pırri wan xarına jı xwe ra mala xweda vedişart, bı xwe u zarru zêrçên xwe u eqrebaê xwe dıxarin. Müellim ji jê müxtar dıtırsi, u jı vi rewşê ra newêrıbu deng bıkıra. Mala wi lı tağa jor bu. Cêvê xwe tiji êmiş dikir, şewqê xwe ser çevê xweda berjêr dıkır, qaputê xwe davêt namila xwe, lı nava tağa jêrê u tağa jorê dıçu u dihat, êmişê zarokan davêt devê xwe dixar u fors dıkır, qıcqıci dıda me göndiyan. İja wê demê rê, elektrik ü telefon tünebun, lê feqiri, belengazi ü şelpezebun pır zef hebu. İja kü wi wısa emiş eşkere dıxar, zarokan ü feqira kü dıditên dılê wan dıxwaz ü zur dıbun lê mêzedıkırın.

Ez bêjım dü sê sal, hun bêjın deh sal aha derbas bu. Dawiyê da müxtari jê dest derket. Wendabuna mıxtariye lê pır gıran hat, pır anor kır, mala xwe bar kır ü jı gönd derket çu, Ecêvek nıfır ê sewi ü külfeta lê peyê xwe bır.

        Merıf sebır bıke, rojê Xwdê zu derbas dibin, ez bêjım deh sal, tü biêje bist sal derba bu. Dawiyê da Xwedê axê wan zarokan pozê wirra ani. Nexweş ket, lê erde ma, qe nıkare xwe bıleqine, nıkarbu devê xwerra xarın büxwe, zıkê wi qül kırıbun bı xortıma tıştê aha bê tem dıdanê. Deh sale nıkare tıştê fena emişan bıxwe, merifên dora wi êmiş dıxwen, ew zur dıbe lê wan mêze dıkır. Êşê win pır bu, axin ü qêrina wi dıçu ezmana. İja dawyawi bu. Xwedê mezıne, axê zarokan ü feqiran jı zalımara nahêle.

Nıviskar: Rênas SİPKANİ

Nisan 2020

 

 

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir